DYE'yê hişyarî da: Neçin Iraqê

Sefaretxaneya Bilind a Dewletên Yekbûyî yên Emerîkayê (DYE) ya li Bexdayê hişyarî da welatiyên xwe ku serdana Iraqê nekin.

Sefaretxaneya Bilind a DYE'yê ya li Bexdayê bi daxuyaniyekê bang li welatiyên xwe kir ku ji ber metirsiya êrişên bi droneyan ên li ser Hewlêrê, serdana Iraqê nekin.

Di daxuyaniyê de hate gotin; "Piştî wan êrişên ku 15'ê Tîrmehê bi rêya droneyên ku Îran piştgiriya wan dike li ser Hewlêrê hatin kirin, em bang li welatiyên DYE'yê yên li Iraqê dikin ku di asta herî bilind a hişyariyê de bin, medyaya navxwe bişopînin û li gorî tedbîrên desthilatdarên navxwe tevbigerin."

DYE'yê ragihand ku îhtimal heye ku di her kêliyê de û bêyî agahdarkirina pêşwext, di geştan de alozî derkevin û ezmanê welêt were girtin. Sefaretxaneya Bilind sedema hişyariyê, teror, revandin, rewşa leşkerî nîşan da û got; ‘‘Divê welatiyên DYE'yê yên bixwazin ji Iraqê derkevin, beriya ku biçin balafirgehan, navê xwe kontrol bikin û piştrast bibin. Welatiyên DYE'yê dikarin bi rêya e-maîlê pewendiyê bi konsolosxaneyên me yên li Hewlêr û Bexdayê re danin."